Partiya Çepên Kesk wê li Agirî û Îdirê bi hêza jinan re bi ser bikeve
Partiya Çepên Kesk armanc dike li Agirî û Îdirê bi hêza jinê û bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Medîne Efe bang li gel kir ku biçin ser sindoqan.
Partiya Çepên Kesk armanc dike li Agirî û Îdirê bi hêza jinê û bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Medîne Efe bang li gel kir ku biçin ser sindoqan.
Partiya Çepên Kesk a di pêşengiya jinan de li Agirî û Îdirê ku du bajarên girîng ên herêma Serhedê ne, bi şev û roj ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amadekariyên xwe kirin.
Li bajarê Serhildan a Agiriyê û bajarê mozaîka gelan Îdirê, Partiya Çepên Kesk bi coş tê pêşwazîkirin. Li van her du bajaran AKP û partiyên din bê bandor dibin. Hedefa Partiya Çepên Kesk ev ku li Agiriyê her çar parlementeran û li Îdirê jî her du parlementeran bistîne.
'GUHERÎN Û VEGUHERÎN WÊ BI HÊZA JINÊ BE'
Endama Meclisa Bajarê Agiriyê Ayfer Bîrlîkler diyar kir ku, li Agiriyê xebatên hilbijartinê bi awayekî xurt dimeşînin. Bîrlîkler got, “Li her mala ku em diçinê ji aliyê jin û ciwanan ve em rastî eleqeyeke mezin tên. Ev jî nîşan dide ku em ê di vê hilbijartinê de bi vîn û hêza jin û ciwanan bi ser bikevin. Jin wê di 14’ê Gulanê de li dijî desthilatdariyê bersiva herî xurt bidin. Guhertin û veguhertin wê bi hêza jinê pêk were. Em jin bi nîşandana îradeya xwe ya bi Partiya Çepên Kesk re wê bi ser bikevin. Em ê li Agiriyê bi 4-0 serkeftinên mezin bi dest bixin."
'EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN SER SINDOQÊ'
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Medîne Efe jî diyar kir ku, di serî de gelê Îdirê wê bi hêza jinan bi ser bikevin. Efe destnîşan kir ku, ev desthilatdarî wê bi hêza jin û ciwanan têk biçe û wiha got: “Ez bawer im ev hilbijartin wê ne weke hilbijartinên din be. Ev hilbijartin wê ji bo me hilbijartineke pir girîng be. Ji bo em bêhnek azad bigirin, em pîr, jin, ciwanên diçin zanîngehan, kedkar û her kesî vedixwînin ser sindoqên 14’ê Gulanê. Bila vîna xwe li ser sindoqan nîşan bidin. Partiya Çepên Kesk bi îradeya hevpar a gelan wê li tevahiya welat bi taybet li Îdirê bi hêzeke mezin biçe Meclîsê.”